Di operasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de gelek kes hatin desteserkirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ji bo 18 kesan biryara desteserkirinê derxist. Polîsan heta niha 14 kes desteserkirine.
Di lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi serokatiya Akın Gurlek tê meşandin, pêlek nû ya desteserkirinan dest pê kir.
Dozgeriyê ji bo 18 kesan bi tohmeta ku "bertil dane", “bertil wergirtine" û "di îhaleyê de sextekarî kirine" biryara desteserkirinê da.
Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Li Dijî Sûcên Darayî ya Emniyeta Stenbolê ji bo zeftkirina kesên ku biryara desteserkirina wan hene operasyon da destpêkirin. Heta niha 14 kes hatine desteserkirin.
Nasnameya kesên hatine desteserkirin nehatiye eşkerekirin.
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.