Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li dijî bajarê Mûsilê ku 2 sal in destê DAIŞê de ye, operasyona rizgarkirinê dest pê kir.
Duh Hêzên Koalisyonê li dijî Mûsilê dest bi top baranê kiribûn û çeperên DAIŞê yên di nav bajêr de jî ji hewayê hatin bombekirin.
Serokwezîrê Îraqê Heyder El Ebadî îro destê sibê di televizyona fermî de daxuyand ku operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dest pê kiriye.
Amerîka: Em pê bawerin ku wê Îraq serkeftî be
Wezareta Pêşmergeyê ya Herêma Kurdistanê jî daxuyand ku li çeperên Hazir, Gûver, Geyyara wê operasyoneke hemwext bidin destpêkirin.
Generalê Amerîkî Gary J. Volesky ku li Îraqê ye got: Wê operasyona Mûsilê gelek dijwar bibe, lêbelê artêşa Îraqê xwe ji bo vê yeke re baş amade kir. Em 2 sal in li nendê ne ku Mûsil azad bibe. Em pê bawerin ku wê Îraq serkeftî be.
Pêşmerge: Li Eniya Xazirê 7 gund hatin rizgarkirin
Berdevkê Yekîniyên Operasyona Mûsilê yê Pêşmerge Helgurt Hikmet di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gundên ser riya Hemdaniye-Bartilayê yên bi navê Tercele, Besahra, Bêdena biçûk, Bêdena mezin, Kebervî, Baskêlan û Şêx Emir hatin rizgarkirin.
Îdiaya Bendava Mûsilê
Artêşa Iraqê dê li ser rêya Pêşmergeyan vekirî ji piştê ve bio pêş bikevin(Ajansa Anadolûyê)
Bendava Mûsilê li ser axeka sist e û gelek caran hez çêdibe, tê îdiakirin ku heke êrîşek li ser bendê bê kirin çêdibe Mûsil 21 metreyan di bin avê de bi
Kî beşdar dibin?
Ev hêz beşdarî Operasyona Mûsilê dibin.
*30 hezar Hêzên Hikûmeta Iraqê, dê ji başûrê Mûsilê ve dest bi kontrolkirina bajarî bikin.
*Di çepera Rojhilatî de 4 hezar pêşmerge dê şerî bikin.
*Hêzên eşîretên Sûnnî û milîsên Şi’î
*Hêzên hevpeyman bi pêşengiya Amerîkayê û bi beşdariya Kanadayê dê ji asîmanan ve bombeyan bibarînin.
*Leşkerên Hêza Taybet a Amerîkayê dê şêwirmendiyê ji leşkerên dî re bikin.(BBC)
Çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku PKK jî dê digel Artêşa Iraqê ji Şingalê ve beşdarî operasyonê bibe.
Gelo wê Tirkiye jî beşdarê operasyonê bibe?
Tirkiye dê beşdarî operasyona Mûsilê nebe.
Serokwezîrê Iraqê, Haydar El Abadî gelek caran daye zanîn ku ew destûrê nadin Tirkiye beşdarî operasyonê bibin.
Milîsên Şi’î jî li dijî beşdarbûna Tirkiyeyê ne.
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdoganî vê sibeyê gotiye: ‘’ Em ê di operasyonê de bin û li ser maseyî jî bin.’’ (Sputnik)
Wêne: Yunus Keleş – Mûsil/ AA
(AS/YO/MB)