Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di dema Operasyona li ser Efrînê de serpel Ogûz Kaan Ûsta hat kuştin.
Mevlût Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir ku di dema Operasyona li ser Efrînê de serpel Ogûz Kaan Ûsta miriye.
Ajansa Nûçeyan a Doganê ragihand ku Ogûz Kaan Ûsta 30 salî bû û hevjîna wî ya dersdar li Antalyayê dimîne.
Ji bo leşker û karkerê ku miribû merasîm bi rê ve çû
Di dema operasyona li ser Efrînê de duh leşkerê bi navê Mûsa Ozalkan miribû. Ji bo Ozalkanî îro li Enqereyê merasîma cenazeyê bi rê ve çû.
Merasîm li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî çêbû û Recep Tayyîp Erdogan Serokomar, Bînalî Yildirim Serokwezîr, Kemal Kiliçdaroglû Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî, Mûstafa Destîcî Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiyê ya Mezin, Îsmaîl Kahraman Serokê Parlamentoyê û Fatma Betul Sayan Kaya Wezîra Malbatan û Polîtîkayên Civakî beşdar bû.
Şahîn Elîtaş karkerê şîrketa elektrîkê TEDAŞê jî duh di encama avêtina roketê ya li navçeya Kirikhan a Hatayê de miribû û îro li Hatayê hat binaxkirin. (BK/FD)