Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Operasyona li ser Efrînê 40 roj in ku didome. Li Gundê Hac Bîlal yê Efrînê, di operasyona li ser Efrînê de, 8 leşkerên Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) mirine 13 leşker birînadr bûne.
Ji destpêkê heta niho 42 leşkerên Tirkiyeyê di operasyonê de mirine.
Bixwîne – Nûçeyên li ser operasyona li ser Efrînê
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) şeş leşkerên mirîn ev in.
Jandarma Astsubay Uğur Palancı (28), Serbazê pispor Arif Demirel (24), Serbazê pispor Burhan Açıkkol (24), Astsubayê serbaz Abdullah Taha Koç (23), Cendirmeyê pispor Çavuş Recep Çetin, Cendirmeyê pispor Rıdvan Çevik (26).
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan sivîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Li gor daxuyaniyên fermî, di operasyonê de heta niho 42 leşkerên TSKyê mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(EKN/MB)