Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Berdevê Hikûmetê Bekir Bozdagî diyar kir ku di operasyona li ser Efrînê de 42 leşker mirine û 202 leşker birîndar bûne, bi rokêtên ji aliyê Sûriyeyê ve hatîn 7 welatiyên Tirkiyeyê mirine, 125 kes birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Bozdagî “3 hezar û 381 endamên PKK, KCK, PYD, YPG û DAIŞê” hatine kuştin.
“175 gund û 37 noqteyên giring hatine kontrolkirin.
“Nîvê pirtirê yê herêmê hatiye kontrolkirin.”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Aliyên şerî:
Tirkiye
Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) ku Tirkiye piştgiriya wê dike
Firqeyên mixalif ên din ku ASA piştgiriya wan dike
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst / International Freedom Battalion (FBI)
Milîsên nêzîkî îranê
Kesên ku fermandariyê ji artêşan re dikin:
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK): Îsmaîl Metîn Temel Fermandarê Artêşa duyem
ASA: Yasser Abdûl Rahîm, Mûhammad Hamadîn
YPG: Behçet Abdo (Serokê Konseya Berevaniyê yê Kantona Efrînê), Hecî Ehmed (Fermandarê Efrînê yê YPG û HSDyê)
Hejmara yekîneyan:
Endamên TSKyê: 6 hezar û 400 (Wikizero)
Endamên ASAyê: 10 hezar-25 hezar (Wikizero)
Endamên YPGyê: 8 hezar – 10 hezar (Wikizero)
Milîsên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê: 800 (Wikizero)
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(AS/MB)
Wêne: AA / Enqere