Polîsan li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Sendîkaya Limter-İş a girêdayî DİSKê, Polen Ekoloji, BEKSAV û hin saziyên sosyalîst operasyon pêk anîn.
Li gel siyasetmedaran, rojnameger, ekolojîst û endamên sendîkayan jî hatin desteserkirin.

Hevserokê ESPê Çepnî jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Nûçegihanên ETHAyê Pinar Gayîp, Muslum Koyûn, Zuleyha Muldur, Nadiye Gurbuz, Elîf Bayburt, Nivîskarê Rojnameya Atilimê Hasan Polat û ji Weşanxaneya Ceylanê Songul Saglamer û Suat Uygur hatin desteserkirin.
Her weha polîsan deriyê ofîsê şikandin û bi ser ETHAyê de girtin. Polîsan dest danîn ser hardîskên komputeran û hemû alavên ETHAyê. Hesabên medyaya civakî yên ajansê hatin astengkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya aşkere ku operasyon li 22 bajaran li dijî MLKPyê hatiye kirin. Serdozgeriya Komarî a Stenbolê jî ragihand ku ji bo 110 kesan biryara zeftkirin/desteserkirinê hatiye dayîn.
(HA/AY)
