Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Endonezyayê balîneyeka li peravê okyanûsê hatiye dîtin û di gedaya(mîde) balîneyê de 6 kîlo bermayiyên plastîk derketiye.
Rêjeya zirar û ziyana plastîk dide xwezayê û mirov çi ye? Çawa li hemberî ziyanên plastîkê têdikoşin ?
Hat diyarkirin ku li Endonezyayê balîneya îspermesçet li piştî mirinê li peravê parkeka netewî hatiye dîtin. Di gedeya wê de bi giranî şeş kîlo, 1000 parçe bermayiyên plastîk derdikeve.
Di nav van bermayiyan de 115 berdaxên plastîk, 4 şûşeyên plastîk, 25 çente û 2 şimik hatiye dîtin.
WWF: 25 Tûrikên Plastîk
Ew ajal şîrmij e û 9.5 metre direj e. Wekî masiyeke kaşalot, balîneya sperm û amber tê zanîn. Termê balînayê êvara roja duşemê di Parka Wakatobîyê ya Neteweyî de hatibû dîtin. Ew park li girava Kapotayê ye.
World Wildlife Fundê(WWF, Weqfa Parastina Jiyana Sirûştî) ew bermayiyên plastîk yên li Endonezyayê di gedeya ajalê de derketîbû li hesabê xwe yê twîterê de belav kiriye.
“Plastîkê hişk(19 parçe 140 gr), şûşeyên plastîk (4 parçe 150 gr), tûrikê plastîk (25 parçe 260 gr), şimik (2 parçe 270 gr), parçeyên têlî (3,26 kg) û berdaxên plastîk (115 perçe,750gr).”
Tê fikrîn Sedemê mirina balîneyê ew plastîkên ku ji gedeya wê derketî ne. Herweha li gorî zanyariyên Forûma Aborî ya Cîhanê salane 8 milyon ton, li gor Neteweyên Yekbûyî 10 mîlyon ton plastîk têkelî okyanûsê dibe.
Li gorî tevgera Ocean Conservancy, di nav 10 salan de rêjeya plastîkên ku di deryayê de ne gihaye 250 mîlyon tonan. Tê payîn kirin ku di sala 2050 an de li deryayan de ji masiya zêdetir plastîk tê dîtin.
(TP/AY/MB)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.