Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rapora 6ê ya ‘Rojeva Azadiya Xweîfadekirin û Çapemeniyê” ya Expression Interruptedê hatiye weşandin. Expression Interrupted di bin banê Platforma Rojnamegeran a Serbixwe (P24) kar dike.
Rapor di encama çavdêriya doz û çavkaniyên vekirî de hatiye amadekirin û daneyên mehên Nîsan Gulan û Hezîrana 2022yê tê de hene.
Raporê diyar kiriye ku di meha Gulanê de “qanûna dezenformasyonê” ya ji 40 xalan pêk hatiye, pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û gotiye ku bi vê kanûnê re li Tirkiyeyê sansûr wê gelekî berfirehtir bibe. Bibîr xistiye ku ji ber daxwaza Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) qebûl nekirine û ji bo lîsansê serî lê nedane, malpera Deutsche Welle (DW) û Dengê Amerîkayê (VOA) li Tirkiyeyê hatiye astengkirin.
Saziyê di raporê de behsa girtina 16 rojnameger û medyakaran a li Amedê kiriye û gotiye ev demeke hejmara rojnamegerên girtî kêm bûbû lê bi vê re hejmar dîsa bilind bûye.
Li gorî daneyên Expression Interruptedê di destpêka sala 2021ê de hejmara rojnamegerên girtî 87 bû, ev hejmar heta meha Nîsana 2022yê ev hejmar daketibû 56ê. Lê di dawiya meha Hezîrana 2022yê digel ku çar rojnamegerên girtî tehliye bûne, hejmar bûye 67.
116 doz vebûne, 168 rojnameger hatine dadgehkirin
Di raporê de hatiye gotin ku di meha Nîsan, Gulan û Hezîranê de heşt jê welatiyên biyanî, 168 rojnameger di 116 dozên cida de hatine dadgihkirin. Li neh rojnamegeran 17 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Her weha 210 hezar TL cezayê tezmînatê û 57 hezar û 980 lîre cezayê edlî dane rojnamegeran.
Di heman demê de 16 rojnamegeran beraet kiriye û doza tazmînatê ya li rojnamegerekî/ê hatiye vekirin, qebûl nebûye. Doza li rojnamegerekî/ê hatiye vekirin ji ber demboriyê betal bûye.
Rojnameger herî zêde bi tohmeta “propagandaya rêxistinê”, “endamdiya rêxistinê”, “heqaret” û “heqareta li Serokomariyê” hatine dadgehkirin.
11 dozên nû li 12 rojnamegeran vebûne, di dema şopandina nûçeyan de 14 rojnameger, bi giştî 38 rojnameger hatine desteserkirin. Lêpirsîn li neh rojnmegeran vebûne. (HA/FD)