Fotograf: Mustafa Kamacı - İstanbul/AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî daye.
Erdoganî derbarê rewşa dawî ya şewba koronavîrusê ango Covid-19ê û tedbîrên nû de hin zanyarî dane.
Serokomar Erdoganî diyar kiriye ku wê rojên 16-17-18 û 19ê Gulanê dîsa derketina derve were qedexekirin.
Erdogan ev zanyarî dane:
* Di 18 û 19ê Gulanê de wê market, fêkîfiroş, goştfiroş, firin û yên weke wan di navbera 10.00 û 16.00ê de vekirîbin.
* Kesên temenê wan 65 û berjortir be wê 17ê Gulanê roja yekşemê di navbera 11.00 û 15.00ê de bikaribin derkevin derve.
* Zarokên temenê wan di navbera 0 û 14an de be, 20ê Gulanê roja çarşemê, yên temenê wan di navbera 15 û 20an de jî 22yê Gulanê, roja înê wê saet di navbera 11.00 û 15.00ê de bikaribin derkevin derve.
* Li Edene, Amed, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denizli, Mereş, Riha û Tekirdagê ketin û derketina nav bajêr hatiye rakirin.
* Noter weke rewşên asayî wê dest bi karên xwe bikin. (EKN/FD)