bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Di nava zimanên Diyanetê de Kurdî nîne
Di sîstema Diyanetê de bi heşt zimanan xutbeyên cejnan û rojên îniyan hene lê di nava van zimanan de kurdî nîne.

Li ser sîstema e-devletê kesên bixwazin dikarin bi heşt zimanan xutbeyên cejnan û rojên îniyan bixwînin. Lê di nava van zimanan de kurdî nîne.
Serokê Karûbarên Olî yê Tirkiyeyê Alî Erbaşî li ser hesabê xwe yê Xyê peyamek weşand û diyar kir ku wan bi hevkariya Ofîsa Veguhastina Dijîtal a Serokomariyê li ser e-dewletê xutbe bi heşt zimanan bi cîh kirine.
Di nava van heşt zimanan de fransî, rusî, tirkî, erebî, almanî, îspanî, ingilîzî û îtalyanî hene. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.