Kolbarên ku li ser sînorê Iranê û Herêma Kurdistana Federal bazirganiyê dikin gelek caran rastî êrişan tên. Hatiye diyarkirin k udi mehekê de 6 kolber hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.
Kolbernews têkildarî rewşa kolberan bîlançoya mehekê parve kiriye û destnîşan kiriye ku di nava mehekê de 6 kolber hatine qetilkirin û 35 kolber jî birîndar bûne.
Ji 35 kolberan jê 24 rasterast bi gulebarana hêzên dewleta Îranê, 4 bi teqîna mayînan û 7 jî dema ku xwestine xwe ji êrişan biparêzin ji bilindahiyê ketine û birîndar bûne.
Hatiye ragihandin ku 23 kolber li ser sînorê Banê, 14 kolber li ser sînorê Newsûdê, 3 kolber li ser sînorê Şînoyê û kolberek jî li ser sînorê Selas Bavecanî rastî êrişan hatine. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya