Ji bo nûçeya Tirkî
Konfederasyona Sendîqeyan ya Kedkarên Civakê (KESK) rapora xwe ya ku derbarê îxlalkirinên di warê mafê sendîqeyî û xebatê de amade kiribû, eşkere kir. Îxlalkirinên ku di raporê de cih digre, navbera 7ê Sibatê-7ê Gulanê de pêk hatine.
Li gorî wê raporê di nav 3 mehên borî de derbarê 16 hezar 475 endamên KESKê de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin. Derbarê 82 kesan de jî doz hatiye vekirin. 37 kes weke ‘heqaretê li serokwezîr û serokomar kirine’ tên sûcdarkirin û derbare wan de bi van hincetan doz hatiye vekirin.
Sekretara Hiqûq û Têkiliyên Navneteweyî ya KESKê Fatma Çetintaş ragihand ku derbeyên leşkerî bi destê AKPê ve dewam dike û bangê li her kesî kir ku bila tevlî mitîngên wan bibin. Mitîngên KESKê dê 28-29ê Gulanê de li 9 bajaran pêk were.
Derbarê çalakiyên ji bo aştiyê de 16 hezar 475 lêpirsîn
KESKê di 29ê Kanûnê de ligel DÎSK û TMMOBê ji bo aştiyê çalakiya karberdanê li dar xistibû. Herwiha li dijî Komkujiya Enqereyê û Komkujiya Pirsûsê, pîrozbahiyên 8ê Adarê de jî çalakî li dar xistibû. Di raporê de hat gotin ku ew çalakiyên ku hatine kirin ji bo lêpirsînan kirine hincet.
Ji 16 hezar 646 lêpirsînên edlî û îdarî, 16 hezar 475 lêpirsîn ji ber wan çalakiyan ve hatine vekirin.
50 kes ji kar hatin derxistin
Di encama lêpirsan de 50 endamên KESKê ji kar hatin derxistin.
Pêşveçûna qedemeya pîşeyê ya 23 kesan dan sekinandin, ji bo 16 kesan jî cezayê pereyê hat dayîn. 12 akademîsyen jî ji kadroyê hatin derxistin.
37 doz bi hinceta ‘heqretê li serokwezîr û serokomar kirine’ hatine vekirin
Derbarê 82 endamên KESKê de doz hat vekirin. 40 doz ji ber parvekirinên medyaya civakî, 37 doz bi hinceta ‘heqaretê li serokwezîr û serokomar kirine’, 5 doz jî bi hinceta îxlalkirina qanûna civîn û meşê ve hatiye vekirin.
Di nav 3 mehên borî de 20 endamên KESKê hatine binçavkirin û 10 ji wan hatine girtin.
Kar/cihê karê 82 kesan hatin guhertin ,
Kar/cihê karê 82 endamên KESKê bêyî daxwaza wan hatin guhertin.
(BK/YO)