Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cenazeyê Qasim Suleymanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Parazvanên Şoreşê li Îranê wê li bajarê Kîrmanê bihata binaxkirin.
Cenazeyê Suleymaniyî piştî gihîşte balafirxaneya bajêr, li vir bi merasîmekê ber bi goristanê ve derketiye rê.
Li gorî medyaya Îranê, “bi milyonan” kes beşdarî merasîmê bûne. Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê, Girseyên mezin herwiha hêrsbûna xwe ya dijî Amerîka ragihandine û dirûşmên wek “Bimire Amerîka” berz kirine.
Di dema merasîmê de ji ber qerebalixiyê girseyê hev pelçiqandiye û di encamê de li gorî ISNA, Ajansa dewletê ragihandiye ku di bûyerên de heta niha 50 kes mirine û pirtir ji 213 kesên din jî birîndar bûne.
Reutersê ji medyaya nêzî dewleta Îranê ragihandiye ku jiber çêbûna mirinan, merasîma oxirkirina Suleymaniyî hatiye paşxistin. (PT/FD)
Çavkanî: Dengê Amerîkayê, AA