Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeva borî li Qesra Fransayê merasîma vekirina 16em Bienala Stenbolê hebû. Di merasîmê de ji bo piştgiriya bi Osman Kavala, karsaz û mafparêz re çalakiyek hate li dar xistin. Osman Kavala ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an vir ve di girtîgehê de ye.
Gelek hunermend û karsaz beşdarî merasîma vekirinê ya Bienala Stenbolê bûne û hunermendan bi cil û bergên ku li ser wan fotografên Kavalayî hebû, daxwaza azadiya Kavalayî kirin.
Arter
Roja berê jî hunermendan di dema merasîma vekirina Arter, muzeya hunerê ya hevdem a Stenbolê ya Weqfa Koçê jî bi t-shirt û cil û bergên ku wêneyê Kavalayî li ser wan hebû û çepikan daxwaza azadiya Kavalayî kiribûn.
Hunermendan got “Em bêyî hebûna wî gelekî bêkêr in” û diyar kir ku wan xwestiye balê bikişînin ser nebûna Osman Kavalayê diviya di rewşên asayî de beşdarî van merasîman bibe. Hunermendan wiha berdewam kir: “Sezonê dest pê kir, em di van merasîman de tên bal hev û bi hev re diaxivin lê rewşeke ne asayî heye, neheqiyek û bêdadiyeke mezin heye.” (AO/DG/FD)
* Derya Göregenê ev nûçe wergerandiye