Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bariş Yarkadaş, Parlamenterê serdema 26an ê Partiya Gel a Komarî (CHP) daneyên meha Tîrmehê yên “Rapora Binpêkirinên Mafan Li Medyayê” aşkere kirine. Yarkadaş her meh van daneyan diweşîne.
Yarkadaşî gotiye k udi Cejna Qurbanê de rojnameger ne bi coş û bextewar bûne û wiha pê de çûye: “Rojnameger di vê cejnê de jî dilşikestî bûn. Lewre bi dehan hempîşeyên wan di girtîgehan de ne.”
Barkadaşî rapora xwe diyariyî wan rojnamegeran kiriye ku neçar in di cejnê de kar bikin.
Rojê du rojnameger hatine dadgehkirin
Yarkadaşî diyar kiriye ku zextên li ser rojnamegeran di meha Tîrmehê de jî birêkûpêk berdewam kirine û wiha dewam kiriye: “Di meha Tîrmehê de rojê du rojnameger hatine dadgehkirin.”
Di meha Tîrmehê de çi qewimî?
Yarkadaşî di rapora xwe de cih daye van zanyariyan:
* 60 rojnameger hatine dadgehkirin, rojnamegerek hatiye desteserkirin.
* Weşana 2 kanalên televizyonê 5 rojan hatiye rawestandin.
* Lêpirsînname ji bo 2 rojnamegeran hatiye amadekirin.
* Nehiştine rojnamegerek biçe girtîgehê.
* Cezayê qutkirina îlanê ji bo 5 rojan dane rojnameyekê.
* Bi daxwaza cezayê girtîgehê doz li du hunermendan hatiye vekirin.
* Êrîşa çekdarî li rojnamegerekî kirine.
* Giliyê rojnamegerekî kirine.
* 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnamegerekî/ê hatiye birîn.
* Doza tazmînatê li rojnamegerekî/ê hatiye birîn.
* Komekê êrîşî 2 rojnamegeran kiriye.
* Rojnamegerekî girtî 5 saet û nîvan li nezaretxaneya nexweşxaneyê hatiye hiştin. (TP/FD)