Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG) di meha Tîrmehê de herî hindik 195 karker mirine. Di heft mehên ewilî yên sala 2018ê de, herî hindik 1103 karker di dema karî de mirine.
Meclîsê di rapora xwe ya vê mehê de restorator Dîlek Dayar jî bibîr anî ku 26ê Tîrmehê di dema karê restorasyona Postexaneya Sîrkeciyê de can dabû.
8 jin mirine
Zanyariyên ku di raporê de cî girtine wiha ne:
156 kesên ku mirine an karker an jî karmend bûne, 39 ji wan cotyar û esnaf bûne.
Heşt jê jin, 187 jê jî mêr bûne. Sê jê temenê wan di bin 14 yan re, bi giştî heft zarok mirine.
Jinên di dema karî de mirine, di karê çandinî, tekstîl, înşaet, enerjî û tenduristî; zarok jî di karên çandinî, xida û înşaetê de xebitîne.
4 karker ji ber nexweşiya pîşeyî mirine
Meclîsê ji sedî 86ê zanyariyên di raporê de ji çapemeniya netewî û ya herêmî, ji sedî 14ê zanyariyan jî ji heval û malbatên karkeran, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehê û sendîkayan berhev kirine. Li gorî vê raporê:
* Di meha Tîrmehê de sê jî cotyar, yek jê karkerê înşeatê, çar karker ji ber nexweşiya pîşeyî mirine. Lê li gorî daneyên Rêxistina Karî ya Navnetewî (ILO) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li beramberî “mirineke di dema karî de” li derdora şeş “mirinên ji ber nexweşiya pîşeyî” çêdibe. Di vê çarçoveyê de, tê texmînkirin ku di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê nêzîkî 1176 karker ji ber nexweşiya pîşeyî miribin.
* Li gorî zanyariyên ku nû gihiştine ber destên me; di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 144, di meha Sibatê de herî hindik 128, di meha Adarê de herî hindik 129, di meha Nîsanê de herî hindik 188, di meha Gulanê de herî hindik 169, di meha Hezîranê de herî hindik 150 û di meha Tîrmehê de herî hindik 195 karker mirine. Di encamê de di heft mehên ewilî yên sala 2018ê de herî hindik 1103 karker mirine.
16 karkerên koçber/penaber mirine
* 16 karkerên koçber/penaber mirine. 11 ji wan ji Sûriyeyê, 3 ji Efxanistanê, yek ji Iraqê û yek jî ji Pakistanê bû ye.
Herî zêde li Stenbolê karker mirine
Di meha Tîrmehê de li 55 bajarên Tirkiyeyê û li sê welatan mirina karkeran hatiye tespîtkirin.
Herî zêde li Stenbol, Antalya, Kocaelî, Edene, Enqere, Denizlî, Aydin, Duzce, Mersîn, Samsûn, Riha û Tekîrdagê karker mirine.
Navên karkerên ku mirine wiha ye:
Ali Karacan, Tevrat Şimşek, Bilal Boyraz, İsmail Kılavuz, Hakan Kolbaşı, Hüsniye Celaz, Siyte Ali, Nedim Tayşi, Adem Baylan, Osman Özbey, Arif Çakır, Ramazan Mutlu, Hacı Görgülü, Sezgin Yıldırım, Recep Karakılıç, Halil Püslü, Mehmet Tuzcu, Ali İzoğlu, Emin Bozkurt, Ahmet Aytaş, Dursun Ayaksız, Murat Boğakça, Salih Boğakça, Ahmet Boğakça, Hikmet Yasakçı, Gökhan Ahıskalı, Ahmet El Gısvan, Abdurrahman Elhamdo, Yaşar Sağlam, Fırat Kızılçiçek, Selman Kızılçiçek, İbrahim Sizhan, Abdullah Bahtiyar, Arif Kul, Bahri Canbek, Yusuf Çelik, Ali Çetin, Hüsamettin Karaca, Mustafa Tokay, Yüksel Kavaklı, Veyis Canbulut, Hasan Yılmaz, Mehmet Uçtu, Ali Karabel, Ramazan Karol, Yakup Taşdemir, Hakan Çalışkan, Erdal Küt, Bayram Ali Çolak, İbrahim Uslu, Recep Gürel, Yusuf Yılmaz, Abdullah Altun, Hakkı Şahin, Yunus Çoban, Yücel Çabuk, Ahmet Turan, Abdullah Bektaş, Nedim Hüseyinoğlu, Harun Demirci, Erkan Cankurt, Hasan Yıldız, Mustafa İ., Özcan Kuzu, Nurettin Aksongur, Halef Alacra, Özkan Özdemir, Halil Akpınar, Nadiye Bekçi, Sami Turan, Oğuzhan Kayış, Ahmet Öncül, Adem Arslan, Yücel Güntürk, Mustafa T., Hüseyin Bülgen, Muhammet Çoban, Salih Kavas, Cemil Koç, Abdullah Altuntoprak, Ali İhsan Karakoç, Samet Dülger, Habip Aslan, Uğur Şirin, İhsan Boz, Mustafa Akbaba, Ahmet Bilgin, Ali Doğan, İbrahim Tutan, Recai Çolak, Medeni Toksöz, Yahya Gökçe, Kadir Kenger, Nuri Cemal Bozkurt, İdris Ertene, Erkan Yeşilot, Nurettin Karadeniz, Ali Ciri, Şükrü Kaya, Halil Demir, Hami Kulak, Dilek (Jiyan) Dayar, Savaş Solmaz, Abit Elsem, Hantemir Adıyaman, Adem Koçan, Mustafa Ayana, Mustafa Tanır, Fatih Yanmaz, İbrahim Eskioba, Hüseyin Koç, Hidayet Beyaz, Hüseyin Bilgi, Mustafa Aygün, Ömer Faruk Arslan, Mehmet Marangoz, Mehmet Çelik, Turan Bozkurt, Mahmud Ahmed, Gholam Mohıddın Özbek, Rashed Mesieh, Ramazan Susam, Recep Ali Çakır, Metin Akgül, Orhan Şenol, Yılmaz Zerener, Birol Altıngür, Saim Karayiğit, Bayram Birinci, Nihat Kılıç, Muzaffer Kılıç, Nematollah Moradı, Hasan Sekman, Kemal Girgin, Ersin Akil, Yusuf Erdal, Ali Eraslan, Rıza Kılınç, Oğuzhan Erçeğ, Murat Karacadağ, Ali Arslan, Ervan Naz, Ömer Çulha, Levent Yılmaz, Uğur Dönmez, Sezgin Kılıç, Seray Şimşek, Bengi Alo, Çektar Alo, Tuğçe Kara, İbrahim Küçük, Camisaf Bodur, Murat Taşdemir, Hüsnü Bayrak, Ömer Akyol, Şaban Ateşçi, Veysel Altundağ, Murat Onaran, Hünkar Latif, Ö.Y., Aydın Gökışık, Ali Dizdar, Mahmut Dilek,Ali Uluk, Seyfi Erbil, Yaşar Teke, Halil Baltacı, Oktay Keser, Muhammet Keser, Kemal Altun, Tuğba Yıldırım, Zülfikar Tüdeş, Y.H., İbrahim Tunç, Burak Torlak, Fahrettin Aksoy, Ahmet Şahanoğlu, İsmet Çakmak, Şerif Dağ, Fatih Civan Özbaş, Samet Çimen, Mehmet Sıddık Baybarz, Himmet Türkan, Mehmet Karaçık, Kamil Yıldırım, Serhan Akyol, Himmet Kıvanç, Nurullah Şirket, Mustafa Üstün. Navê şeş karkeran nehatiye zanîn. (TP/FD)