Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sezgîn Tanrikûlû, Parlementerê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî(CHP) û Cîgirê Serokê Desteya Vekolîna Mafên Mirovan, “Rapora Binpêkirinên Mafan yên Meha Tîrmehê li Tirkîyeyê” aşkere kiriye.
Li gor raporê, di meha Tîrmehê da, di şerên biçek da 54, di şerên bêçek da 2, di cînayetên karî da 10, penaber 61, di cînayetên jinan da 36 û bi giştî mafê jîyanî yên 162 kesan hatiye îhlalkirin.
Bûyerên êşkenceyê
Di meha Tîrmehê da 4 jê zarok 55 kesan (Cihat Duman, Gokhan Sosyal û Ezgi Onalana Parêzer, Sibel Hurtaşa rojnameger,li Çardêran Wanê 20 penaber) di çapemenîyê da aşkere kiriye ku gava ew desteserkirî bûne an jî li derveyê navêndên desteserkirinê hêzên ewleyîyê êşkence li wan kirîye; gilîyên xwe kirine an jî serlêdana sazîyên mafên mirovan kirine. Seranserê mehê, di çalakî û protestoyan da herî kêm 115 kes (çalakîya serokên baroyê û bibîranînên Qetlîama Pirsûsê) rastî tûndkariya polis/cendirmeyan hatine.
Li girtîgehan êşkence tên kirin
Di meha Tîrmehê da, derbarê gelek girtî û mehkûman da nûçeyan di çapemenî û xebatên sazîyên mafên mirovan da cih girtiye. Li gor van nûçeyan, li girtîgehê an jî li nexweşxane û dedgehên ku ew birine, girtî û mehkûm bûne mexdûrê tundkariyê. Di vê çarçoveyê da, hatiye dîyarkirin ku herî kêm 43 kes bûne mexdûrê tûndkariya fîzîkî/psikolojik û mafê wan yê tendurustîyê hatiye astengkirin.
Rojnameger û nivîskarên hatine desteserkirin
Di meha Tîrmehê de, herî kêm 3 rojnameger hatine girtin. Li gor zanyarên Platforma Rojnamegerên Serbixwe di girtîgehê da herî kêm 92 rojnameger hene.
Di meha Tîrmehê de herî kêm 175 naverokên înternetê hatine astengkirin.(RT/AY/FD)