Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bariş Yarkadaş, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) ya serdema 26an ku binpêkirina mafan ên rojnamegeran weke rapor diweşîne gotiye: “Zextên li ser rojnamegeran di meha îlonê de jî kêm nebûne. Xebatkarên medyayê beşek mezin ji saetên mesaiye li edliyeyan in.”
Yarkadaşê ku “Di Medyayê de Rapora Binpêkirina Mafan” a îlonê weşandiye, gotiye, “Rojnameger li şûna biçin karî sibehê diçin edliyeyan û li wir îfadeyên xwe didin.”
Yarkadaşî mafên ku hatine binpêkirin wiha rêz kiriye:
* 2 rojnameger hatine girtin, 3 rojnameger hatine desteserkirin, nivîskarek hatiye desteserkirin.
* 55 rojnameger hatine dadgehkirin, 39 sal û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li 9 rojnamegeran hatiye birîn, 4 rojnamegeran îfade dane.
* Lêpirsînname ji bo 2 rojnamegeran hatiye amadekirin. Gef li rojnamegerekî hatiye xwarin.
* Weşana 2 kanalên televizyonê ji bo 5 rojan hatiye sekinandin. Cezayê sekinandina bernameyan û cezayê pereyan dane 4 kanalên televizyonê.
* Dadgehên îstînafê cezayên li 7 rojnamegeran hatiye birîn pesend kirine, 20 hezar TL cezayê pereyan li rojnamegerekî hatiye birîn.
* Malperek hatiye astengkirin, giliyê rojnamegerekî kirine. Bi dehan nûçe hatine astengikirin. (HA/FD)