Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sendîkaya Xebatkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê(Saglık-Sen) li ser tûndkariya di tenduristiyê de lêkolînek kiriye.
Li gorî lêkolînê li her çar xebatkarên tenduristiyê yek diyar dike ku rastî tundiya fîzîkî hatiye.
Di daxuyaniya sendîkayê de hatiye gotin ku di meha Hezîranê de 32 bûyerên tûndkariyê rû dane. Di êrîşan de 42 xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatine. Ji 32 bûyerên tundiyê 26 ji aliyê nexweş û xizmên wan ve hatine kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin:
Ji bûyerên tûndkariyê 29 li nexweşxaneyan, 1 li navenda tenduristiyê ya malbatê, 1 li dermanxane û 1 jî li qadê rû daye. Di meha Hezîranê de 22 doktor, 10 hemşîre, 3 wezîfedarê ewlekariyê, 2 dermansaz û 5 xebatkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatine.
"Hatiye dîtin ku ji 47 êrîşkarên ku bûne sedema tundiyê derbarê 14 kesan de tu tedbîr nehatin girtin. Ji êrîşkarên ku hatibûn desteserkirin jê 10 kes serbest hatin berdan. Derbarê 11 êrîşkaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, 12 êrîşkar jî hatin girtin."(RT/AY)