Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Saxlemî û Ewlehîya Karî (ISIG) raporek weşandiye û eşkere kiriye ku di meha Hezîranê da ya kêm 124 karker mirine.
107 mêr, 17 jin, 13 zarok
*Ji 124 kedkarên mirîn, 90 kes karkerên kargehan bûne, 34 kesan jî karên xwe dikirin.
*107 karkerên mirîn mêr, 17 jin bûne. Jin di karên çandiniyê da xebitîne û mirîne.
*6 zarokên mirîn ji 14 saliyê biçûktir bûne.
*6 penaberên mirîn, ji Sûriyeyê bûne, 5 ji Efxanistanê bûne, yek Îranî û yek jî Ozbekistanî bûye.
*Herî zêde karker li van bajaran mirine: Stenbol, Kocaeli, Trabzon, Antalya, Agirî, Bursa, Aydın, İzmir, Tekirdağ û Zonguldak.
*Ji sedî 0,8ê Karkeran endamên sendîkayan bûne.
Di şeş mehande 840 karker mirîne
*Li gor raporê di şeş mehan da jimara karkerên mirîn bûye 840.
*Di şeş mehan de 779 mêr, 61 jin, 33 zarok(11 ji wan ji 14 saliyê biçûktir bûne) û 63 penaber bûne.
(DB/MB)