Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya wê li Dika Gazîosmanpaşayê bilîsta qedexe kir, Şanoyên Bajêr ên Stenbolê di bernameya xwe ya Çiriya Paşiyê de jî cih daye lîstikeke bi kurdî.
Li gorî bernameya ku hatiye aşkerekirin, wê di Çiriya Paşiyê de lîstika bi navê “Actor” a Tiyatro Avesta’yı bilîze.
Bixwîne - HDPyê û İmamoglû bertek nîşanî qedexekirina "Bêrû"yê dane
Şanoyên Bajêr ên Stenbolê ji ber şewba Covid-19ê biryar dabû ku piştgiriyê bide komên şanoyê yên taybet. Teatra Jiyana Nû jî ji bo piştgiriyê bigre, bi lîstika xwe ya bi navê “Bêrû” serî lê dabû û hatibû qebûlkirin ku di meha Çiriya Pêşiyê de li Dika Gazîosmanpaşayê lîstik were lîstin. Lê di 13ê Çiriya Pêşiyê de beriya lîstik bilîze bi saetan polîsan bi ser Salonê de girtibûn û bi biryara Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê lîstik qedexe kiribûn.
Komên şanoyên yên kurdî serî lê dane
Komên şanoyê yên kurdî ji bo di bernameya Çiriya Paşiyê de cih bigirin serî li Şanoyên Bajêr dane. Şa Performansê bi lîstika xwe ya bi navê “Ji Akademiyê re raporek”, Şermola Performansê bi lîstika “Dîsko 5 Nolu” û Tiyatro Avestayê jî bi lîstika xwe ya bi navê “Actor” serî lê daye.
Di encamê de lîstika Tiyatro Avestayê hatiye qebûlkirin.
Actor lîstikeke wisa ye ku behsa bûyerên komik ên aktorekî dike. Ew aktor dixwaze lîstika xwe bilîze û tiştên balkêş tên serê wî. Aydın Orakî lîstik nivîsiye, derhêneriya wê dike û bi tena serê xwe dilîze. Lîstik herî dawî di sala 2014an de li 19em Festîvala Şanoyan a Stenbolê hatibû lîstin.
Actor wê di 26ê Çiriya Paşiyê roja Pêncşemê sat di 20.30 deqîqeyan de li Dika Haldûn Tanerî ya Kadikoyê were lîstin. (FD)