Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sazîya Statîstîkan ya Tirkan (TUIK) rêjeya bêkarîyê ya Tirkiyeyê eşkere kiriye. Li gor sazîyê meha Adarê ya îsal li gor heman meha par milyonek û 334 hezar kesên dî jî bêkar bûne. Bi vî awayî jimara bêkaran bûye 4 milyon û 544 hezar.
Bixwîne - Di 5 mehan da, 26 zarokên karker mirine
Rêjeya ciwanên (15-24 salî) yên bêkar 7,5 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 25,2.
Jimara wan kesên kar jê re hatiye dîtin li gor heman meha 2018ê 704 hezar kêm bûye. Rêjeya wan kesên kar jê re hatiye dîtin 1,7 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 45,4.
Bixwîne - Sala 2018ê li Stenbolê herî kêm 226 karker mirine
Rêjeya karkerên ku bi awayekê fermî nehatine qeydkirin ji sedî 33,9 e. Rêjeya karkerên ji bo çandinîyê kar nakin 1,2 pûanan kêm bûye û bûye ji sedî 23,1.
Ji bilî karkerên demsalî rêjeya karkeran 1,5 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 33,9.
(HA/MB)