Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şehmûs Kavak, Misli Cihan Şenleten û Ozgur Doguş Erhanê ku ji ber lêpirsîna “Tevgera Bênavan” hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê hatine girtin.
Midûriyeta li Dijî Sûcên Sîberê ya Stenbolê di 25ê Îlonê de rojnameger Hakan Gulseven, nivîskar Temel Demîrer û Berdevka Partiya Azadiya Civakî Perîhan Koca jî di nav de 19 kes desteser kiribûn. Hakan Gulseven piştî îfadeya wî ya li emniyetê azad bûbû.
Temel Demîrer jî din av de 11 kes, piştî îfadeya xwe dane dozgeriyê serbest bûne. Dozgerî daxwaza girtina Kavak, Şenleten û Erhanî kiriye. Xwestiye parêzer Tamer Dogan, Ozen Kulaçoglû, Îsmaîl Keleş û Tayfûn Ûçar bi şertê “kontrola edlî” serbest bibin.
Dadgehê biryara girtina 3 kesan daye
Li gorî biryara heyeta, Dogan, Kulaçoglû, Keleş û Ûçar bi şertê ku nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê serbest bûne. Kavak, Şenleten û Erhan jî bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî” kirine hatine girtin.
Demîrer: Em mafdar in, em ê bi ser kevin
Nivîskar Temel Demîrer, piştî serbest bûye li ber avahiya Edliyeya Stenbolê axiviye û wiha gotiye: “Her gava ku ew bi dosyayên bêbingeh, bi derewan dixwazin dek û dolaban bikin li hemberî wê em jî zêdetir dibin. Em mafdar in, em ê bi ser kevin.” (TP/FD)