Di lêpirsîna Îliçê de 7 kes hatin desteserkirin
![Di lêpirsîna Îliçê de 7 kes hatin desteserkirin](https://static.bianet.org/haber/2024/02/15/ilicteki-cokmeyle-ilgili-7-kisi-gozaltinda.jpg)
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ji bo herifandina axa li kana zêran ya Çoplerê li Îliça Erzinganê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsînê de 7 gumanbarên ku li şîrketa Anagold Madencilikê ya li Îliçê bû sedema herifandina axê weke rêveber û karger dixebitin hatin desteserkirin.
![Walîtiya Dêrsimê çûna ji bo Îlîçê qedexe kir](https://static.bianet.org/haber/2024/02/14/tunceli-valiligi-ilice-gidisi-yasakladi-gozaltilar-var.jpg)
Walîtiya Dêrsimê çûna ji bo Îlîçê qedexe kir
Lijneya pisporan
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di daxuyaniya xwe ya duh a li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kiribû ku lêpirsîn ji aliyê 4 dozgeran ve tê birêvebirin.
"Di çarçoveya lêpirsîna tiba edlî de, lijneyek pisporan hatiye avakirin ku ji 7 kesan pêk tê û di warên jîngeh, kana, erdnasî, tendirustiya kar, kîmya, avahîsazî û çandiniyê de pispor in. Ev lijne ji hemû aliyan ve sedem û berpirsên herifandina axê lêkolînê dike. Li gorî pisporê rapora pisporan lêpirsîn bi awayekî berfireh tê berdewam kirin."
![Di lêpirsîna Îliçê de 4 kes hatin desteserkirin](https://static.bianet.org/haber/2024/02/14/ilic-sorusturmasinda-dort-gozalti.jpg)
Di lêpirsîna Îliçê de 4 kes hatin desteserkirin
(AS/AY)