Di çarçoveya lêpirsîna fonê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, Cîgira Serokê Giştî a berê ya AKPê û Wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya hat girtin. Hevjînê wê İlyas Kaya û Serokê berê yê Lijneya Bazara Pişkan (SPK) İbrahim Omer Gonul bi şertê kontrola adlî serbest hatin berdan.
Serdozgeriyê di lêpirsîna fonê de Kaya bi mebesta “endamtiya rêxistina ku ji bo sûckirinê hatî avakirin” û “li dijî derketina Qanûna Bazara Pişkan” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Aştî û Cezê ya Nobedar kiribû.

Di çarçoveya lêpirsîna fonê de 14 kes hatin girtin
Dozgeriyê ji bo hevjînê Kayayê İlyas Kaya û Serokê berê yê SPKê İbrahim Omer Gonul jî daxwaza tedbîra kontrola adlî ya ku qedexeya derketina derveyî welat û erka îmzeyê dihewîne kiribû.
Kesên navborî di saetên sibehê yên 5ê Mijdarê de li Dadgeha Stenbolê cara duyemîn weke gumanbar îfade dan. Piştî karûbarên dozgeriyê yên ku derdora saet 20.00an de bi dawî bûn, di saet 22.40an de ji bo Fatma Betul Sayan Kayayê daxwaza girtinê hat kirin.
163 milyon lîre veberhênan, zêdetirî 2 milyar lîreyî dahata firotinê
Fatma Betül Sayan Kaya û hevjînê wê İlyas Kaya piştî ku di Nîsana 2026an de veberhênanî li pişken Ozata Denizcilikê kiribûn, di Mijdarê de jî tam beriya ku krîza fonê derkeve holê, bi firotina van pişkan ketibûn rojevê.
Li gorî daneyên darayî yên ku di çarçoveya lêpirsînê de ji bo raya giştî hatine parvekirin, Fatma Betül Sayan Kaya û hevjînê wê İlyas Kaya bi tevahî 163 milyon û 46 hezar lîre li pişkên Ozatayê Denizcilikê razandibûn û piştî nêzîkî çar mehan ev hîse ango pişk bi buhayê 2 milyar û 170 milyon lîreyî ji dest derxistibûn. Cudahiya di navbera her du kiryaran de nêzîkî 2 milyar lîreyî bû.

Di lêpirsîna fonan de 7 kes hatin desteserkirin
Piştî ku ev îdia di raya giştî de bûn rojev, Fatma Betul Sayan Kaya ji erka xwe ya Cîgirya Serokê Giştî ê AKPê vekişiyabû.
Serdozgeriyê di 29ê Îlonê de ji bo meqamên peywendîdar serlêdan kiribû da ku mal û milkên jin û mêrên Kayayê bên cemidandin. Paşê nêzîkî 1 milyar û 860 milyon lîre ji wê dahata ku bi dest xistibûn, derbasî hesabê ku ji aliyê Fona Sîgorteya Hesabên Tesarûfê (TMSF) ve hatibû diyarkirin kiribûn. Hatibû ragihandin ku pereye sereke û faîza nêzîkî 310 milyon lîreyî nehatiye vegerandin.
Di lêpirsînê de 433 gumanbar hene
Di dosyeya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Fihêlkirin û Finansmana Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, gelek danûstendinên bazara pişkan û şîrketên têkildar tên lêkolînkirin.
Li gorî amarên ku Wezîrê Dadê Akın Gurlek di 3yê Mijdarê de eşkere kirin, di lêpirsînê de 433 gumanbar cih digirin. Ji van kesan 112 kes girtî ne, 186 kes jî bi şertê kontrola adlî hatine berdan. 38 kesên ku biryara girtina wan heye jî fîrar in.
(AEK/AY)
