Di lêpirsîna fonê ya li ser karûbarên bazarên sermayeyê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de, derbarê sê kesên din de biryara girtinê hat dan.

Di lêpirsîna fonê de Wezîra berê ya AKPî Kaya hat girtin
Rêveberê Giştî ê berê ê Takasbankê Yunus Arinci, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya OMG Capitalê Omer Murat Gulkan û hevparê damezrîner ê Banka Adil Katilimê Ali Pasli ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteskirin, îro (11ê Cotmehê) hatin girtin.
Rêveberên SPK û BDDKyê jî hatibûn girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de di 7ê Mijdarê de Cîgirê Serokê berê ê Desteya Bazarên Sermayeyê (SPK) Enver Usca, Serokê berê ê Saziya Çavdêrî û Kontrolê ya Bazara SPKyê Ercan Urkan, Serokê Daireya 4an a Bicihanînê ya Saziya Sazkirin û Kontrolê ya Bankatiyê (BDDK) Mustafa Alper Taş û Rêveberê Karên Îdarî ê Tera Holdingê Umit Sincanlı hatibûn girtin.
Ji bo Usca, Urkan û Taş bi sûcê “bertîl”; ji bo Sincanli jî bi sûcên “endambûna rêxistina ji bo kirina sûc hatiye avakirin” û “spîkirina nirxên maldarî yên ji sûc hatine bidestxistin” biryara girtinê hatibû dan.
Di 9ê Mijdarê de jî Cîgirê Serokê BDDKyê Muhammet Erişen û Rêveberê Giştî ê Banka Adil Katilimê Murat Yonaç hatibûn girtin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de, derbarê parlamenterê berê ê AKPyê Ertan Aydin, Wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya û Rêveberê Giştî ê berê ê Borsa Stenbolê Korkmaz Enes Ergun de jî biryara girtinê derketibû.
Di lêpirsînê de 433 gumanbar hene
Di dosyeya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Fihêlkirin û Finansmana Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, gelek danûstendinên bazara pişkan û şîrketên têkildar tên lêkolînkirin.
Li gorî amarên ku Wezîrê Dadê Akın Gurlek di 3yê Mijdarê de eşkere kirin, di lêpirsînê de 433 gumanbar cih digirin. Ji van kesan 112 kes girtî ne, 186 kes jî bi şertê kontrola adlî hatine berdan. 38 kesên ku biryara girtina wan heye jî fîrar in.
Çi bûbû?
Kireza fonê bi van îdîayan ket rojevê ku hin fonên razemeniyê pişka wan şirketên ku li bazarê kêm in stendin û bi awayekî sexte bihayê wan bilind kirin. Piştre, dema kesên ku perê xwe razandine xwestin pereyên xwe paşve bikişînin, fonan nekarîn van daxwazên wan pêk bînin.
Pirsgirêka yekem a dayîna pereyan di "Pusula Portfoy"ê de derket holê. Vê şirketê di hin fonan de nekarî daxwaza paşvekişandina pereyan a kesên ku perê xwe razandine cîbicî bike. Piştî wê, hin fonên "Tera Portfoy"ê jî ketin nav rewşa deyndariyê û nekarîn deyn bistîne. Ji ber ku bendewariyek çêbû ku van fonan ji bo neqid wê pişken di destê xwe de bifroşin, li Borsaya Stenbolê firoştin bilez bûn û endeksa BIST 100’î di 16ê Îlonê de rawestiya.
Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) di 17ê Îlonê de fonên TEFASê yên şirketên Tera, Pusula, Hedef, Atlas, A1 Capital, Pardus û Bulls Portfoyê ji kirîn û firotinê re girtin û ji van 131 fon xistin pêvajoya tasfiyeyê.
SPKê di heman rojê de ji ber karûbarên li ser pişken şirketên Katilimevim, Gundoğdu Gıda û Destek Finans Faktoringê, li ser bingeha xala 107/1ê ya Yasaya Bazara Sermayeyê ku tawana "xapandina piyasê" digire dest, li dijî 38 kesan giliyê sûc kir.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, di qonaxa yekem de çar kes hatin girtin û ji bo 51 kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî welat û sepandina astengkirina li ser mal û milkên wan hat dayîn.
Lêpirsîn di 19’ê Îlonê de hat berfirehkirin. Rêveberên Pusula Holding, Tera Yatırım û Tera Portfoyê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin. Serdozgeriyê ji MASAK’ê (Saziya Lêkolîna Sûcên Darayî) xwest ku liv û tevgera pere û sermayeyên krîpto yên rêveberên Pusula Finans Holding, Tera Yatırım Menkul Değerler, Hedef Holding û Bulls Yatirim Menkul Degerler û şirketên girêdayî wan ên ji sala 2024an vir ve bên lêkolînkirin.
Di 21ê Îlonê de jî di operasyona nû ya derbarê karûbarên pişken Katilimevimê de, ji bo 25 kesan lêpirsîn hat destpêkirin û 15 kes hatin desteserkirin.
Fatma Betul Sayan Kaya hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna fonê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, Cîgira Serokê Giştî a berê ya AKPê û Wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya di 6ê Mijdarê de hat girtin. Hevjînê wê İlyas Kaya û Serokê berê yê Lijneya Bazara Pişkan (SPK) İbrahim Omer Gonul bi şertê kontrola adlî serbest hatin berdan.
Serdozgeriyê di lêpirsîna fonê de Kaya bi mebesta “endamtiya rêxistina ku ji bo sûckirinê hatî avakirin” û “li dijî derketina Qanûna Bazara Pişkan” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Aştî û Cezê ya Nobedar kiribû.
Dozgeriyê ji bo hevjînê Kayayê İlyas Kaya û Serokê berê yê SPKê İbrahim Omer Gonul jî daxwaza tedbîra kontrola adlî ya ku qedexeya derketina derveyî welat û erka îmzeyê dihewîne kiribû.
Kesên navborî di saetên sibehê yên 5ê Mijdarê de li Dadgeha Stenbolê cara duyemîn weke gumanbar îfade dan. Piştî karûbarên dozgeriyê yên ku derdora saet 20.00an de bi dawî bûn, di saet 22.40an de ji bo Fatma Betul Sayan Kayayê daxwaza girtinê hat kirin.
(FY/AY)



