Di çarçoveya lêpirsîna fonê de li dijî Banka Destek Yatirim û Ozata Denizcilikê operasyoneke nû hat kirin. Di lêpirsînê de 7 gumanbar hatin desteserkirin.
Di nav kesên hatine desteserkirin de Rêvebirê Giştî ê Banka Destek Yatirimê Ozgur Akayohlu jî heye. Hat diyar kirin ku Akayoglu di heman demê de yek ji şirîkên damazrîner ên bankayê ye ku di sala 2021an de bi qasî 300 milyon TLyî û bi sê şrikan hatibû avakirin.

Di lêpirsîna fonan de 19 kesên din hatin girtin
Xwediyê bankayê hatibû girtin
Di çarçoveya heman lêpirsînê de xwediyê Banka Destek Yatirimê Altunç Kumova jî di 17ê Îlonê de hatibû desteserkirin û piştî karûbarên îfadeyê ji bo dadgehê hatibû sewqkirin. Dadgeha cezê û aştiyê biryara girtina wî dabû.
Hatibû ragihandin ku Kumova di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye wan tevgereke serasayî derbarê fonan de ferq kirine. Kumova diyar kiribû ku wî anormaliya di derketina nirxê şîrketê ya bo trîlyonek û 300 milyar lîreyî ferq kiriye, lêbelê di beramberî vê rewşê de nezanî bûye dê çi bike.

Di çarçoveya lêpirsîna fonê de 14 kes hatin girtin
Giliyê 11 kesan hatiye kirin
Lijneya Bazara Sermayeyê (SPK) jî piştî lêkolîna xwe ya derbarê karûbarên di bazara pişkan a Ozata Denizcilik AŞyê (OZATD) de, biryar dabû ku giliyê 11 kesan bê kirin.
Di çarçoveya xala 107/1ê ya Yasaya Piyaseya Sermayeyê de Emre Tezmen û Kerem Alkin jî di nav de giliyê gelek kesan hatibû kirin.
SPKyê her wiha eşkere kiribû ku ji bo kesên giliyê wan hatine kirin karibin ji biryarên poşmaniya çalak sûd wergirin, divê herî kêm 500 hezar TL, bidin xezîneyê.
Çi bûbû?
Kireza fonê bi van îdîayan ket rojevê ku hin fonên razemeniyê pişka wan şirketên ku li bazarê kêm in stendin û bi awayekî sexte bihayê wan bilind kirin. Piştre, dema kesên ku perê xwe razandine xwestin pereyên xwe paşve bikişînin, fonan nekarîn van daxwazên wan pêk bînin.
Pirsgirêka yekem a dayîna pereyan di "Pusula Portfoy"ê de derket holê. Vê şirketê di hin fonan de nekarî daxwaza paşvekişandina pereyan a kesên ku perê xwe razandine cîbicî bike. Piştî wê, hin fonên "Tera Portfoy"ê jî ketin nav rewşa deyndariyê û nekarîn deyn bistîne. Ji ber ku bendewariyek çêbû ku van fonan ji bo neqid wê pişken di destê xwe de bifroşin, li Borsaya Stenbolê firoştin bilez bûn û endeksa BIST 100’î di 16ê Îlonê de rawestiya.
Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) di 17ê Îlonê de fonên TEFASê yên şirketên Tera, Pusula, Hedef, Atlas, A1 Capital, Pardus û Bulls Portfoyê ji kirîn û firotinê re girtin û ji van 131 fon xistin pêvajoya tasfiyeyê.
SPKê di heman rojê de ji ber karûbarên li ser pişken şirketên Katilimevim, Gundoğdu Gıda û Destek Finans Faktoringê, li ser bingeha xala 107/1ê ya Yasaya Bazara Sermayeyê ku tawana "xapandina piyasê" digire dest, li dijî 38 kesan giliyê sûc kir.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, di qonaxa yekem de çar kes hatin girtin û ji bo 51 kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî welat û sepandina astengkirina li ser mal û milkên wan hat dayîn.
Lêpirsîn di 19’ê Îlonê de hat berfirehkirin. Rêveberên Pusula Holding, Tera Yatırım û Tera Portfoyê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin. Serdozgeriyê ji MASAK’ê (Saziya Lêkolîna Sûcên Darayî) xwest ku liv û tevgera pere û sermayeyên krîpto yên rêveberên Pusula Finans Holding, Tera Yatırım Menkul Değerler, Hedef Holding û Bulls Yatirim Menkul Degerler û şirketên girêdayî wan ên ji sala 2024an vir ve bên lêkolînkirin.
Di 21ê Îlonê de jî di operasyona nû ya derbarê karûbarên pişken Katilimevimê de, ji bo 25 kesan lêpirsîn hat destpêkirin û 15 kes hatin desteserkirin.
(FY/AY)
