Di çarçoveya lêpirsîna ku ji bo êrîşa li dijî noqteya polîsan a li ber Edliyeya Stenbolê hatibû destpêkirin de duh gelek kes hatibûn desteserkirin. Kesên ku dema desteserkirina wan a 24 saetan bi dawî bû îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê hatin muayenekirin.
Gumanbarên ku kontrola tenduristiya wan hatin kirin dîsa birin Midûriyeta Polîsan û li bende ne ku îfadeya wan îro dest pê bike.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin de duh di operasyonên polîsan de 94 kes hatin desteserkirin.
Emrah Yayla û Pinar Bîrkoç ên ku di 6ê Sibatê de li Çaglayanê li dijî noqteya polîsan a li ber Edliyeya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk anîbûn û Dilfiraz Karataşa ku wê demê li ber edliyeyê bû miribûn û 3 jê polîs, 6 kes jî birîndar bûbûn.
Parêzerên ÇHD û HHBê jî hatin desteserkirin
Hate aşkerekirin ku îfadeyên rêveber û endamên ÇHDê parêzer Betûl Vangolu Kozagaçli, Seda Şaraldi, Berrak Çaglar û Dîdem Baydar Unsal ên ku li Buroya Hiqûqê ya Gel(HBB) hatin desteserkirin, were girtin. Hevjînê Berrak Çaglarê, Alî Sînan Çaglar jî dema li buroyê bû hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya TAYADê, di nava kesên hatin desteserkirin de Rêvebera Şaxa Sariyerê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Şîmal Denîz, malbatên endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TAYAD) hene. Her weha Ayten Ozturka ku ji zêdetirî du sal in cezayê zîndanîkirina li malê lê hatibû birîn jî di nav wan de ne.
(AS/AY)