Civîna 11em a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclîsê dest pê kir. Di civînê de demeke kurt ragêşî derket.
Di komîsyonê de Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek axivî. Dema Şîmşek diaxivî DEM Partiyê bertek nîşanî gotinên wî da û ji salonê derketin.
Axavtina Şîmşek a ku rastî bertekan hat weha ye:
“Vê zîhniyeta Marksîst-Lenînîst gelê Kurd ji baweriya xwe qut kir. Gelo ev xizmetê ji kê re dike? Kevneşopiya gelê Kurd guherî. Sedema vê jî ew e ku li ser navê dewletê hinek avadaniya piştgirî da. Bi sedema ku zarokekî nîşaneya serkeftinê kiriye, tevî reîsê wê malê ew mal dane ber agir. Vê jî leşker dike.”
Hevberdevka HDKê û Endama Komîsyona Destûra Bingehîn Meral Daniş Beştaşê ji bianetê re got ku piştî rageşiyê ew vegeriyane salona civînê û got,
"Ev der maseya çareseriyê ye, maseya aştiyê ye, ne cihek e ku êşên berê ji nû ve werin pêxistin an go bi pornografiya kuştinê heqaret were kirin."
Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî axivî û got, "Gelo bi vî zimanî aştî çêdibe?" û bi dengekî bilind got, "Me heta niha bi sebir guh da gotinên we lê hûn bi xwînê xwe xwedî dikin. Şerm bikin, xwînrêj, xwedê bela we bide."
Piştre Cengîz Çîçek axivî û got, "We bi girêdanên berazan mirov qetil kirin. Yên ku bûne bela serê Kurdan hûn in."
CHPyiyan bertek nîşan dan, Kurtulmuş mudaxele kir
Endamên CHPî Murat Bakan, Umut Akdogan, Gokçe Gokçen û Salîh Uzun diyar kirin ku ew guh li ITTIHADa ku serokê wê Enver Kiliçarslan e û ji ber endamtiya Hîzbûllahê ceza stendiye, nagirin û dema axavtimn dest pê kir salon terikandin.
Piştî alozî zêde bû Nûman Kurtulmuş jî got:
“Her kes serbest e ku nêrîna xwe parve bike lê em dema berê tevlihev nekin. Weke rêgezekê em li paş bihêlin. Bila di pêvajoyeke erênî de tiştên berê qewimîn dîsa neyên rojevê. Mohra xwe li geşedanên rê li ber dûberekiyên nû vedikin nedin.”
(NÖ/AY)



