Edîtora bianetê Tûgçe Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de roja Sêşema 26ê Mijdarê li Stenbolê hatibû desteserkirin û piştre biribûn Eskîşehîrê. Îfadeya Yimazê ya li Emniyetê bi dawî bû.
Îfadeya Yilmazê li Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Eskîşehîrê hat girtin û girtina îfadeyê bi qasî 2 saetan dom kir û Parêzera Yilmazê Denîz Yazgan Şenay jî li wir amade bû.
Parêzerê Yilmaz Denîz Yazgan Şenay bi daxuyaniya ku 2 saetan dom kir, li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re axivî.
Yilmaz ji ber telîfa nivîs û nûçeyên çand û hunerê yên ku di navbera salên 2017-2018an de ji Yenî Ozgurpolîtîkê re nivîsandibû, bi sûcên "propagandaya rêxistinê", "endamtiya rêxistinê" û "fînansmaniya terorê" hat sûcdarkirin.
Polîsan nûçegîhana bianetê Tugçe Yilmaz desteserkirin û wê bişînin Eskîşehîrê
Ji Yilmazê pirsên weke te ji ber çi ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî, tê bi çi awayî têkilî dezgeha weşanê re danî, hat pirsîn.
Yilmazê sûcdarkirin qebûl nekir û diyar kir ku ew rojnameger e û wê bi telîf ji bo gelek saziyên çapemeniyê nûçe çê kiriye. Her weha Yilmazê gotiye Yenî Ozgur Polîtîka jî yek ji wan e û ji sala 2020an vir ve ew li bianetê dixebite. Yilmaz diyar kir ku pereyê ku li hesabê wî hatiye razandin di berdêla nivîsên ku nivîsandine de jê re hatiye şandin.
Hevpeyvîn û parvekirinên wê yên medyaya civakî wek sûc hat nirxandin
Polîsan nûçeyên Yilmazê weke sûc hesibandin. Ji Yilmaz pirsa hevpeyvîna wê ya bi fîlozofê Amerîkî Michael Hardt re ku di 15ê Cotmehê de li ser bianetê hatibû weşandin, hat pirsîn.
Di hevpeyvînê de behsa Berxwedana Gezî, pirsgirêka Kurd, qirkirina li ser Filistîniyan û gelek tiştên tê kirin. Lê polîsan ji Yilmaz xwestibû ku gotinên Hardt ên têkildarî Kurdan "tê çi wateyê" ji wan re vebêje.
Her wiha parvekirinên Yilmazê ên li ser medyaya civakî jî weke hêmanên sûc hatin nîşandan. Nûçeyên Yilmazê yên taybet û parvekirinên wê yên têkildarî Şebnem Korur Fincanci, Selçûk Kozagaçli, Aysel Tugluk û Doza Kobaniyê jê hat pirsîn.
Tê payîn ku Yilmazê sewqî dozgeriyê bikin.