Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
72emîn Kongreya Mezin a Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê pêk hatiye. Koma TTByê ya Demokratîk a Çalak a ku bi diruşma “ Em dev ji rêxistina xwe ya pîşeyî, mafê tenduristiyê û jîyanê bernadin” beşdarî kongreyê bibûn, bi ser ketiye.
Di kongreya mezin a TTByê de ji 481 delegeyan 308ê wan denge xwe bikaranine. Doktorên ku di listeya Koma TTByê ya Demokratîk a Çalak de cîh digirin ji 303 dengên hatine qebûlkirin 240 deng bi dest xistine.
Navên berendamên Konseya Navendî ya TTByê ya Koma TTByê ya Demokratîk a Çalak weha ne:
Fîlîz Şebnem Korûr Fîncanci, Çîgdem Aslan, İbrahîm Akkîrt, Alîcan Bahadir, Vedat Bulut, Denîz Erdogdû, Kazim Dogan Erogûllari, Meltem Gunbegî, Onûr Nacî Karahanci, Alî İhsan Okten û Halîs Yerlîkaya.
Berendamên Desteya Rûmêta Bilind a TTBê jî wiha ye: Sezai Berber, Naki Bulut, Şeyhmus Gokalp, Taner Goren, Yildiray Orhon, Omer Ozkan Ozdemir, Hafize Ozturk Turkmen, Irmak Saraç û Lale Tirtil.
Di civîna awarte ya rêvebiriya nû ya TTByê de tê çaverêkirin Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji bo Serokatiya Konseya Navendî a TTByê were hilbijardin.(RT/AY/FD)