Di hilbijartina giştî ya pêşwext a li Sırbistanê de, lîsteya bi pêşengiya Aleksandar Vucic ku 12 sal in desthilatdar e, têk çû. Vucicê ku ji serokkomariyê istifa kiribû û bûbû namzetê serokwezîrtiyê, qebûl kir ku “Lîsteya Xwendekaran” di hilbijartinê de bi ser ketiye. Protestoyên xwendekaran piştî karesata îstasyona trênê ya li Novi Sadê dest pê kiribûn. Xwepêşandanan bi encamên hilbijartinê re serdemeke nû li siyaseta welat vekir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), namzetê serokwezîriyê yê lîsteya “Aleksandar Vucic - Sırbistana Yekbûyî” ya bi pêşengiya Partiya Pêşveçûnê a Sırb (SNS) Vucic îdia kir ku encamên hilbijartinê berhema pêvajoyeke ji derve hatî piştgirîkirin in. Vucic tevî ku têkçûn qebûl kir jî diyar kir ku ew ê di nava muxalefetê de têkoşîna xwe bidomînin.

Vucicê ku di sala 2014an de hatibû ser karê serokwezîrtiyê, di salên 2017 û 2022an de du caran weke serokkomar hatibû hilbijartin. Vucic ji bo ku bibe namzetê serokwezîriyê ji serokkomariyê istifa kiribû. Bi vê hilbijartinê re dawî li 12 salên desthilatdariyê wî hat.
Protestoyên xwendekaran bandor li encama hilbijartinê kir
Di 1ê Mijdara 2024an de banê stasyona trêna ya li bajarê Novi Sadê hilweşiya û bû sedema mirina 16 kesan. Ev yek bûbû sedem ku bertekên li dijî hikûmetê mezintir bibe. Protestoyên xwendekaran ên ku piştî karesatê dest pê kirin, nêzîkî du salan berdewam kirin û zexta li ser rêveberiya Vucic zêdetir kirin.
Tevgera xwendekaran ku bi dirûşma “Lîsteya Xwendekaran - Xwendekar Biserdikevin” tevlî hilbijartina giştî ya pêşwext bûn, berteka civakî ya ku li dijî desthilatdariyê bilind dibû bir ser sindoqan.
Akademîsyen Radomir Saicic ê ku li ser navê Lîsteya Xwendekaran axaftina serkeftinê kir, spasiya kesên ku deng bikar anîn kir û diyar kir ku ew ê dest bi avakirina pêşerojê bikin.
Lîsteya Xwendekaran ji sedî 52 deng girtin

Li gorî encamên nefermî yên ku Navenda Hilbijartinên Azad û Demokrasiyê ya Sirbistanê (CeSID) belav kiriye, dema ku ji sedî 56ê dengan hatibû hejmartin, Lîsteya Xwendekaran ji sedî 52 û lîsteya Vucic a bi pêşengiya SNSê ji sedî 39 deng bidest xisti bû.
Li welêt zêdetirî 6,4 milyon dengdêrên tomarkirî çûn ser sindoqan da ku endamên nû yên Meclisa Neteweyî ya Sırbistanê ya ji 205 kursî pêk tê diyar bikin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Dewletê ya Sirbistanê (RIK) ragihand ku heta saet 19.00an rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 67,6 bûye. Medyaya welêt ragihand ku tevlîbûn gihîştiye asteke bilind. Di hilbijartinên sala 2023an de rêjeya tevlîbûnê ji sedî 58an de mabû.
Têkiliyên Vucic ên bi Îsraîlê re
Aleksandar Vucic
Rêveberiya Vucic ji ber têkiliyên xwe yên germ ên bi Îsraîlê re jî bal dikişand. Vucic aşkere kiribû ku Sırbistan dê bi Îsraîlê re weke hevpar dronên şer çêbike û her weha bi armanca kapasîteya leşkerî xurt bike tevlî vekirina kargeheke nû ya montajê bûbû.
Vucic her wiha ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotibû “dostê min”.
(EMK/AY)
