Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Swêdê piştî ku duh hilbijartin qediya, encamên ji lokalên dengdanê hatine berhevkirin. Li gorî lêkolîna ji van lokalan hatine berhevkirin, Bloka Çep a ku ji Partiya Sosyal Demokratan, Partiya Keskan û Partiya Çep pêk hatiye ji sedî 40.6 deng bi dest xistiye.
Hevbenda ku ji partiyên rast ên navendî ve pêk hatiye jî ji sedî 40.3 deng wergirtiye.
Di hilbijartina Swêdê de weke ku dihate payîn, Partiya Demokratên Swêdê ji sedî 17.6 deng standiye ku alîgirên Neo-Naziyan e. Li Swêdê ji sala 2015ê û vir ve pirsgirêkên penaberan weke yek ji problemên esasî tê dîtin. Partiya Demokratên Swêdê jî li dijî mafên penaberan polîtîkayan pêş dixe.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Swêdê de hatine belavkirin, tê texmînkirin ku bloka çep bi serkêşiya Partiya Demokratên Swêdê hikûmeteke partiyên rêjeya wan di parlamentoyê de kêm ava bike.
Çavkanî: Beşa kurdî ya Radyoya Swêdê
Li gorî amarên ku beşa kurdî ya Radyoya Swêdê belav kiriye, rêjeya dengên partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne wiha ye:
Sosyal Demokrat: %28.3
Moderat %19.8
Demokratên Swêdê: 17.6
Partiya Navendê: 8.6
Partiya Çep: 7.9
Demokratên Xristiyan: 6.4
Lîberal: 5.5
Partiya Keskan: 4.4
Li gor vê dabeşbûna 349 kursiyên parlamenê jî wiha dibe:
Sosyal Demokrat:100
Moderat: 70
Demokratên Swêdê: 63
Partiya Navendê: 30
Partiya Çep: 28
Demokratên Xiristiyan: 23
Lîberal: 19
Partiya Keskan: 16