* Fotograf: iStockphoto
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hollandayê piştî ku hilbijartina giştî di 17ê Adarê de bûbû, hikûmet pêk nehatibû. Piştî ku 271 roj di ser hilbijartinê re derbas bû, 4 partiyan li hev kiriye û biryar dane hikûmeteke hevpeyman ava bikin. Di encama van gotûbêjan de Desteya Wezîran jî diyar bûye.
Mark Rûtte weke Serokwezîr hatiye qebûl kirin ku cara 4an e ew weke Serokwezîr kar dike. Di Desteya Wezîran de 28 wezîr hene. Di Desteya nû de ji bilî Rutteyî wê 14 jin û 14 mêr hebin.
Li gorî nûçeya BB Tirkiyê, di Desteyê de 2 jinên Tirkiyeyê jî hene. Yek ji wan Dîlan Yeşîlogz Zegerius û yek jî Gunay Ûslû ye.
Dîlan Yeşîlgoz Zegerius, ji partiya rastgir a bi navê VDDyê ye ku Mark Rutte serokê wê ye. Zegerius bûye Wezîra Edalet û Ewlehiyê. Gunay Ûslû jî parlamentera Partiya 66an (D66) a Demokratan a lîberalên çepgiran e. Ûslû bûye Wezîra ji medya û çandê berpirsiyar e.
Di hikûmeta Hollandayê cara yekem e ku du Tirkiyeyê bi hev re wê bibin wezîr.
14 jin bûne wezîr
Ji bilî Serokwezîrî Desteya Wezîran, ji 28 kesan pêk tê. Li gorî rewşa nû wê nîvê wan jin bin. Sidrig Kaag, Seroka D66ê wê bibe Wezîra Darayî. Dîsa Kasya Ollongrena ji D66ê û Wezîra Karûbarên Hundir a berê wê di Desteya nû de bibe Wezîra Berevaniyê.
Wophe Hoeksra, Seroka Partiya Xiristiyan Demokratan (CDA) wê bibe Wezîra Karûbarên Derve.
Hikûmeta nû ya Hollandayê ji partiya VDD û D66a Lîberal, CDA û Yekîtiya Xiristiyanan (CU) a kevneperest pêk hatiye. Hikûmet piştî ku Qral Willem - Alexander qebûl bike wê di 10ê Kanûna Paşiyê de sondê bixwe û dest bi kar bike.
(TP/FD)