Fotoğraf: Ankara/ DHA
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê di çarçoveya di çarçoveya serdana xwe ya welatên Rojhilata Navîn de duh hat Tirkiyeyê û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî re civiya. Civîn 3 saetan berdewam kir.
Piştî civîna Tillerson û Erdoganî daxuyaniya hevbeş an jî cuda cuda nehat dayin.
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çawûşoglû jî beşdarî li civînê kir. Ajansa Nûçeyan a Reutersê diyar kir ku çavkaniyên Serokomariyê gotine, “nêrîn û hêviyên Tirkiyeyê bi awayekî aşkere hatin ragihandin.”
CNN: Wergêrê Tillersonî tune bû
Li gorî nûçeya CNN Internationalê, di civînê de Tillerson wergêr û alîkarê xwe û kesê ku notên wî digire bi xwe re nebiriye civîne.
CNNê ev tişt bi gotina “di asta herî bilind de ji derveyî adetê” nirxand. Herwiha hat diyarkirin ku Mevlût Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve di civînê de li ser navê Tirkiyeyê beşdarî civînê bû û wî di navbera Tillerson û Erdoganî de werger kiriye.
Rayedarekî kevin ji Wezareta Karên Derve yê DYAyê ji kanala nûçeyan a DYAyê re axiviye û ev rewş ji derveyî protokola normal nirxandiye.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê: Hevdîtineke vekirî û biecnam bû
Wezareta Karên Derve ji çapemeniya DYAyê re diyar kiriye ku civîna di navbera Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Derve ya DYAyê diyar kiriye ku hevdîtin gelekî vekirî û biencam derbas bûye.
Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê dema ku Tillerson piştî hevdîtina bi Erdoganî re diçû otela xwe li ser pirsa rojnamegeran a derbarê çawaniya hevdîtinê de Tillersonî gotiye; “Ne îşev. Hîna em dixebitin”.
Tillerson beriya ku bê Tirkiyeyê li Beyrûta paytexta Libnanê destnîşan kiribû ku wan çekên giran nedane YPGyê û wiha berdewam kiribû: “Li gorî vî tiştî tiştekî ku em bi paş de bistînin jî nîne.”
Di mijara Minbicê de li hev nekirine
Serdana Tillersonî di demeke wisa de çêdibe ku DYA û Tirkiye derbarê Minbicê de daxuyaniyên ji hev cuda didin.
Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tebaxa 2017yê Minbic ji DAIŞê stendibû û û kontrola vir ketibû destê HSDyê.
Li Minbicê qasî 2 hezar leşkerên DYAyê hene. (PT/FD)
*Çavkanî: Washington Post, CNN International