Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê) rapora xwe ya meha Sibatê aşkere kir. Meclîsa ISIGê her mehê carekê raporan derbarê mirinên di dema karkirinê de aşkere dike. Li gorî rapora dawî, di meha Sibatê de bi kêmanî 144 karker mirin.
Ango, rojê 5 karker di dema karkirinê de dimirin. Di meha Kanûna Paşiyê de 158 karker, di tevahiya sala 2023yan de jî hezar û 932 karker miribûn.
Di meha Sibatê de 6 zarokên ku temenên wan di jêr 18yan de ye, mirin. Tevî meha Kanûna Paşiyê, di herdu mehan de 13 zarok di dema karkirinê de mirin. Di meha Sibatê de zarokek ku temenê wî di jêr 14yan de, 5 zarok/ciwanên temenên wan di navbera 15-17yan de mirin. Her weha 28 karkerên temenên wan di navbera 18-29yan de, 61 karkerên temenên wan di navbera 30-49an de, 35 karkerên temenên wan di navbera 50-64an de, 10 karkerên temenên wan 65 û berjortir mirin.
Meclîsa ISIGê temenên çar karkeran diyar nekiriye.
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê zarokên mirine, herî zêde di zeviyên erdan de kar dikirin. (HA/FD)