Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî di malpera xwe ya fermî de aşkere kiriye ku di navbera 9 û 16ê Tîrmeha 2018ê de lêkolîna 459 hesabên medyaya civakî kirine û lêpirsîn ji bo 266 hesaban dane destpêkirin.
Wezaretê ji bo vî karî ev hincet nîşan daye ku, hesabên navborî “propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi van rêxistinan re aşkere kirine, kîn û nefret di nava gel de belav kirine, heqaret li pilebilindên dewletê kirine, qesta hevgirtina dewletê û ewlehiya giyana civakê kirine, gotinên nefretê bi kar anîne.”
Wezaretê diyar kiribû ku di 26ê Sibatê de 845 kesên li ser medyaya civakî parvekirinên rexneyî yên li ser operasyona leşkerî ya Efrînê kiribûn û beşdarî çalakiyên bi heman armancê bûbûn, hatine desteserkirin. (AS/FD)