Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî encamên operasyonên di navbero 10 û 17ê Îlonê de aşkere kiriye.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera fermî ya Wezaretê de hatiye belavkirin, di vê demê de lêkolîn li ser 376 hesabên medyaya civakî kirine û lêpirsîn li 261 bikarhênaran dane destpêkirin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê 12ê Tebaxê aşkere kiribû ku ji ber derbarê dolarî de peyam li ser medyaya civakî dane, lêpirsînname ji bo 346 bikahrêneran hatiye amadekirin.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbol û Enqereyê jî bi heman armancê ji bo hesabên medyaya civakî, nûçeyên nivîskî, dîtbarî jî lêpirsîn dabû destpêkirin. (AS/FD)