Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere îro aşkere kir ku wan di navbera 5 û 12yê Adarê de lêkolîna 635 hesabên medyaya civakî kirine, derbarê 290 bikarhênerên ku nasnameya wan hatiye diyarkirin de lêpirsîn hatiye vekirin.
Wezaretê daxuyanî li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye û wiha gotiye:
“Li ser 635 hesabên medyaya civakî lêkolîn hatine kirin ku propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi rêxistinên terorê re bi rengekî vekirî aşkere kirine, kîn û dijminahiyê di nava gel de çêdikin, heqaretê li rayedarên dewletê kirine, mebesta hevgirtin û yekîtiya dewletê û ewlehiya canê civakê kirine û gotinên nefretê di nava mesaên wan de hene û lêpirsîn ji bo 290 kesan hatiye vekirin.”
Li Rihayê 11 kes hatine girtin
11 kesên bi tohmeta ku “li ser medyaya civakî pesnê PKK/KCKyê dane, heqaret li rayedarên dewletê kirine û li hemberî operasyona li ser Efrînê ya Hêzên Çekdar ên Tirkan dane dest pêkirin propaganda kirine” li Rihayê hatibûn desteserkirin îro hatine girtin.
Ji 82 kesên ku li Rihayê di sê operasyonên cuda cuda de hatibûn desteserkirin 41 ji wan ji hêla Dadweriyên Cezayan ên Sulhê ve hatine girtin.
Wezareta Navxweyî destnîşan kiribû ku xji ber rexneyên li ser medyaya civakî û beşdariya bernameyên rexneyî yên derbarê operasyona li ser Efrînê, 845 kes hatine desteserkirin û diyar kiribû ku “li ser medyaya civakî 648 caran propaganda hatine kirin.” (AS/FD)