Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî operasyonên li ser bikarhênerên medyaya civakî yên di navbera 30ê Tîrmehê û 6ê Tebaxê de aşkere kir.
Li gorî daxuyaniya ku Wezaretê li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, di hefteya dawiyê de lêkolîna 333 hesabên medyaya civakî hatiye kirin. Di encamê de lêpirsîn li 261 hesaban hatiye vekirin.
Wezaretê aşkere kiriye ku ji ber sedema “propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi van rêxistinan re aşkere kirine, kîn û nefret di nava gel de belav kirine, heqaret li pilebilindên dewletê kirine, qesta hevgirtina dewletê û ewlehiya giyana civakê kirine, gotinên nefretê bi kar anîne” lêkolîna van hesaban hatiye kirin.
Wezaretê diyar kiribû ku di 26ê Sibatê de 845 kesên li ser medyaya civakî parvekirinên rexneyî yên li ser operasyona leşkerî ya Efrînê kiribûn û beşdarî çalakiyên bi heman armancê bûbûn, hatine desteserkirin. (AS/FD)