Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komeleya Xebatên Polîtîkayên Civakî, Nasnameya Zayendî û Araste ya Zayendî (SPOD, di çarçoveya 25emîn Hefteya Rûmetê ya Stenbol LGBTİ+ yê de bi hashtag a #OnurumHakkım ((Rûmeta Min Mafê Min e) kampanyaya medyaya civakî lidar dixe.
SPoDê ji bo ku têkoşîn û destetiyên mafan ên LGBTİyan berbiçav bike dest bi vê kampanyayê kiriye û wê di nava hefteyê de li ser hesabên Facebook, Twitter û Instagramê ji dîroka tevgera LGBTİ ya li cîhanê û Tirkiyê parvekirinan bikin.
Ev beş wê di dawiya hefteyê de bi hemû rengên keskesorê re were parvekirin û keskesor bê temamkirin.
Di roja yekê ya Hefteya Rûmetê de derbarê Peymana Stonewall a 1969ê û ew biryara ku di 1858ê de hevzayendî di nava Osmaniyan de nema sûc tê qebûlkirin hatin parvekirin. (ÇT/FD)