11 saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi danezaneke hevpar xwestin Qada Galatasarayê ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bê vekirin. Rêxistinan di danezana xwe de diyar kirin ku "wan nirxandinên Wezîrê Karên Derve Alî Yerlîkaya yên ku di Çiriya Pêşiya 2023an de kiribû û di destpêka meha Çiriya Paşiyê de bûbû sedema rakirina hin astengiyên li Qada Galatasarayê bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Lêbelê saziyan dane zanîn ku di çalakiya Şemiyê de hebûna polîs, barîyer û sînordarkirina hejmara kesên beşdar dibin bi endîşe ne.Her weha saziyan xwestin ku qad bê sînordarkirin û astengiyan ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bê vekirin.
Saziyên mafparêz yên ku danezan belav kirine
Amnesty International, Article 19, Civicus, Civil Rights Defenders, Collectif des Familles de Disparus en Algérie, Euro-Mediterranean Federation Against Enforced Disappearances [FEMED]), EuroMed Rights, International Federation for Human Rights (FIDH), in the framework of the Observatory for the Protection of Human Rights Defenders (FIDH), Front Line Defenders, World Organisation Against Torture (OMCT), in the framework of the Observatory for the Protection of Human Rights Defenders(OMTC)
Danezana hevpar ya saziyan weha ye:
Bila Qada Galatasarayê ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bê vekirin
Em rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku îmzeya wan li jêr in, hevgirtina xwe bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re radigihînin ku ji Gulana 1995an û vir ve ji bo xizmên xwe yên bi darê zorê hatine windakirin têkoşîna heqîqet û edaletê didin.
Nobeta van mirovan di 25ê Gulana 2024an de nêzî hefteya 1000emîn dibe û ev mirovana çalakiya herî demdirêj a aştiyane ya Tirkiyeyê didomînin. Di nava 29 salên borî de û bi taybetî ji Tebaxa 2018an ve, ew rastî astengiyên neqanûnî yên li dijî mafê protestokirina aştiyane, bikaranîna hêza zêde a polîsan, desteserkirina bi kêfî, lêpirsînên cezayê yên bê bingeh û tacîza îdarî hatin. Ev binpêkirin bê ceza man. Di 25ê Tebaxa 2018an de polîsan ji bo ku çalakiya nobetê ya hefteya 700emîn belav bikin hêzeke tûnd û zêde bikaranîn. Lêbelê derbarê wan polîsan de lêpirsîn nehat vekirin, lê 46 mafparêzên ku rastî tûndkariya palîsan hatin bi awayekî derhiqûqî hatin desteserkirin û darizandina wan hê didome. Di Sibata 2024an de xizmên windahiyan jî di nav de derbarê 20 kesan de lêpirsîneke din a bêbingeh hate destpêkirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê tevî hemû astengiyên ku rû bi rû man jî dest ji biryardariya xwe ya ji bo eşkerekirina rastiya windakirina bi zorê ya hezkiriyên xwe û derxistina berpirsyaran bernedan. Her wiha bi biryar in ku li Qada Galatasarayê ya ku weke cihê hevdîtinê û bibîranîna xizmên xwe pênase dikin, li gel zextên rayedaran yên bi salan e jî nobeta xwe ya hefteyî didomînin.
"Wan nirxandinên Wezîrê Karên Derve Alî Yerlîkaya yên ku di Çiriya Pêşiya 2023an de kiribû û di destpêka meha Çiriya Paşiyê de bûbû sedema rakirina hin astengiyên li Qada Galatasarayê bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Lêbelê saziyan dane zanîn ku di çalakiya Şemiyê de hebûna polîs, barîyer û sînordarkirina hejmara kesên beşdar dibin bi endîşe ne.Her weha saziyan xwestin ku qad bê sînordarkirin û astengiyan ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re bê vekirin.
Em bang dikin ku astengiyên li ser Dayikên/Mirovên Şemiyê, bi taybetî xizmên windahiyên bi zorê û mafparêzên li Tirkiyeyê tavilê bên rakirin. Em bang li rayedaran dikin ku li şûna ku mafê protestoya aştiyane ya koma ku her Şemiyê li Qada Galatasarayê li dar dixe asteng dikin, rêz bigirin, asan bikin û biparêzin.
(AEK/AY)