Di 12 saetên dawîn de di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 112 Filistînî mirin.
Rêvebirê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta li Xezeyê Îsmaîl es-Sevabite bi nûçegihanê Ajansa Anadolûyê axiviye û wiha gotiye: "Artêşa dagirker li herêma niştecihbûnê ya li nêzî Nexweşxaneya Kemal Advan ku li bakûrê Xezeyê ye, li Xezeyê, li Han Yûnûsê û li Kampa Penaberan a Nuseyrat a li herêma naverasta Xezeyê di 12 saetên dawî de 4 qetlîam pêk anîn."
Sevabite derbare hejmara kuştiyen erişen İsraile da wiha got: "112 Filistini ku ji wan 64 zarok ü jin hene şehid ketin, 22 kes wenda ne, ji 120i zedetir kes birindar bün."
Êrişên Îsraîlê
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezeyê 44 hezar û 56 Filistînî mirine ku ji wan 17 hezar û 492 zarok û 11 hezar û 979 jin in û 104 hezar û 268 kes jî birîndar bûn in.
(TY/AY)