Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di êrîşên ku Îsraîlê di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê pêk anîn de 9 rojnameger mirin.
Rojnamegerên ku di êrîşan de mirine ev in: Fereşte Baqerî ku keça Serfermandarê Giştî General Mehmûd Bakirî ye, Îhsan Zakirî, Alî Tehmasebî, Muîn Nezerî, Remezan Alî Çubdarî, Emîr Huseyîn Tavusî, Muhammed Cevad Elvendî, Masûme Azîmî û Nîma Receppûr.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Masûme Azîmî û Nîma Receppur di 16ê Hezîranê de di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de ya li ser Saziya Radyo û Televîzyonan ya Îranê (IRIB) jiyana xwe ji dest dabûn.
Çi bûbû?
Di 13ê Hezîranê de, Îsraîlê êrîşên berfireh li dijî fermandariya bilind a artêşê û bi taybetî jî li dijî tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê pêk anîn. Li Îranê Serfermandarê Giştî, Fermandarê Giştî yê Muhafizên Şoreşê, hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerî di êrîşan de mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl 606 û hejmara birîndaran jî 5 hezar 332 e. Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê jî ragihand ku di êrîşên artêşa Îranê de 28 kes mirine û hezar 272 kes jî birîndar bûne.
DYA, ku bi eşkereyî piştgiriyê dide Îsraîlê, di 22ê Hezîranê de li Natanz, Fordo û Îsfahanê êrîşî 3 tesîsên nukleerî yên Îranê kir. Îranê jî weke bersiv di 23ê Hezîranê de êrîşî Baregeha Hewayî ya El-Udeyd a Amerîkî ku li Qeterê ye, kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê Hezîranê de ragihand ku di navbera Îran û Îsraîlê de agirbest pêk hatiye.
(TY/AY)