Hejmara kesên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane, di 24 saetên dawî de 19 kes zêde bûn û gihîştin 54 hezar û 880 kesan.

Îsraîlê agirbest bidawî kir û êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 404 kes mirin
18 Adar 2025
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di êrîşên dawîn ên artêşa Îsraîlê yên dijî herêmên cuda yên Xeta Xezeyê de 19 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê de herî kêm 54 hezar û 880 kes hatin kuştin û 126 hezar û 227 kes jî birîndar bûn.

Li Xezeyê di 19 mehan de 16 hezar û 506 zarok hatin kuştin
22 Gulan 2025
Her weha li gorî Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê hîn jî di bin kavilan û li kêlekên rêyan de cenaze hene, lêbelê tîmên tenduristiyê û erkdarên parastina sivîl ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê nekarîn bigihîjin wan.

IFJ: Di sala 2024an de 104 rojnameger hatin kuştin
11 Kanûn 2024
(AY)