Hat ragihandin di encama 4 êrîşên bombeyî yên ku li Selaheddîn û Diyalaya wîlayetên Iraqê hatin lidarxistin da hejmara kesên can dane bûye 15.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên li wîlayetên Selaheddîn û Diyalayê hatiye standin li bajarê Samarraya yê bi ser Selaheddînê ve bi du wesayîtên bombebarkirî yên li dijî cihên kontrolê yên Heşdî Şebiyê êrîşên xwekujiyê hatine kirin.
Di van êrîşan da 11 mensûbên Heşdî Şebiyê can dan.
Li Şarqata navçeya Selaheddînê jî bombeya ku li rêyeke nêzî dibistanê hatibû bicihkirin teqiya û di êrîşê da 3 zarokan can da.
Li bajaroka Behreza ser Diyalayê jî bombeyeke di motorbisiklêtê da hatibû bicihkirin teqiya û ji ber vê jî kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Heta niha tu kes û rêxistinê berpirsyariya van êrîşên bûn sedema kuştina 15 kesan hilnedan ser xwe û çavkaniyên ewlehiyê jî dibêjin ku delîl nîşan didin ev êrîş ji hêla DAIŞa rêxistina terorê hatine kirin.
(MB)
*Nûçegihan Abdullah Tel/AA, Weşanger Murat Çelik/AA