Rêxistina Save the Childrenê (Zarokan Rizgar bikin) derbarê êrîşên asmanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de raporek weşandiye. Li gorî rapora saziyê, di nava mehekê de bi kêmanî 13 zarok mirine û 27 jî birîndar bûne.
Save the Children, saziyeke ku navenda wê li Ingilîstanê ye û ji sala 2012ê û vir ve li Sûriyeyê kar dike.
Saziyê behsa êrîşa asmanî kiriye ku di 24ê Tebaxê de li bajarê Til Rifatê pêk hatiye. Diyar kiriye ku divê êrîşê de bi kêmanî du zarok birîndar bûne.
Bixwîne - "Li bakurê Sûriyeyê metirsî li ser jiyana sivîlan heye"
Li gorî rapora Save the Childrenê di serê meha Tebaxê de, li Qamişloyê û Til Rifatê di êrîşên cida pêk hatine. Di encamê de du zarok mirine û bi kêmanî pênc kes jî birîndar bûne. Dîsa di 16ê Tebaxê de di encama êrîşekê de li Kobaniyê zarokek miriye.
Zanyariyên din ên ku Save the Childrenê dane ev in:
Di 19ê Tebaxê de li bajarê El Babê yê li Bakur-Rojavayê Sûriyeyê ye, êrîşek li dijî cihê bazarê pêk hatiye. Di encamê de çar zarokên keç mirine, 11 jî birîndar bûne.
Roja 22ê Tebaxê li Idlibê zêdetirî 10 caran êrîşên asmanî pêk hatine.
Operasyonên leşkerî zarok û malbatên wan ji cihên wan dikin
Save the Childrenê gotiye, operasyonên leşkerî xetereyê bi xwe re tîne ku bi hezaran zarok û malbatên wan ji cih û warên xwe bibin, nikaribin cihê starê û xwarinê bidest bixin û ewlehiya wan nemîne. Saziyê bang li aliyên şerî jî kiriye û ji wan xwestiye ku aloziyê kêm bikin, zarok û malbatên wan ji tundkariyê biparêzin û bila neçar nemînin ji cih û warên xwe bibin.
"Zarok li bakurê Sûriyeyê hîna jî ditirsin"
Dîrektorê Midaxeleya Demkî yê Sûriyeyê yê Save the Childrenê Beat Rohrî derbarê mijarê de axiviye û gotiye:
"Save the Children ji ber vê zêdebûna tundkariyê ya bi zelalî nîşan dide ku li Sûriyeyê zarok hîna jî ne di nava ewlehiyê de ne, şaşwaz û matmayî bûye. Dema zarok li malê bin, derkevin biçin marketê yan jî ji bo lîstikê biçin derve, divê ti carî ji netirsin. Dîsa jî tiştê li bakurê Sûriyeyê piştî destpêkirina pevçûnan bi 12 salan zarok rastî wê tên, ev bi xwe ye." (FD)