Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di êrîşên 24 saetên dawîn ên di şerê Rûsya û Ûkraynayê de ku îro di roja xwe ya 537an de ye, gelek sivîlan mirin e.
Li gorî nûçeya rojnameya The Kyiv Independentê, di êrîşên Rûsyayê yên li ser herêma Hersona Başûr de herî kêm 7 kes mirin e û 15 kes jî birîndar bûne.
Pitikek û zarokek mirin e
Li gorî Wezîrê Karên Navxweyî Îhor Klymenko, di bombebarana Rûsyayê ya li gundê Şyroka Balkayê de malbateke ji 4 kesan pêk dihat ku dayik, bav û kurê wan yê du salî û pitika wan a 23 rojî mirin e.
Serokê Ofîsa Serokomariyê Andriy Yermak ragihandiye ku muşeka berevaniya hewayî ya Rûsyayê li gundê Stanislavê jî ketiye û di encamê de 2 kes mirine. Di êrîşan de 13 kes birîndar bûne.
Li gorî rayedarên herêmî, li Odessa ku Rûsyayê bi şev bi balafirên bêpîlot û muşekan êrîş kiriye, herî kêm 3 kes birîndar bûne. Fermandariya hêzên çekdar ên Ukraynayê yên li başûr gotiye ku hêzên berevaniya esmanî 15 firokeyên bêmirov û 8 mûşekên ku Rûsyayê avêtine benderê îmha kirine.
(NT/AY)