Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di erdhejên 6ê Sibatê li Mereşê pêk hatine de, heta niha 43 hezar û 556 mirov mirine.
Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî duh bi şev di weşana zindî ya TRTyê de bersiva pirsan daye û gotiye ku heta niha di erdhejan de 43 hezar û 556 kes mirine.
Soylûyî diyar kiriye ku ji bo mexdûrên erdhejê bajarên ji konteyniran ava kirine û ji bilî van alîkariya kirê dane wan: “Me îro careke din fermaneke Serokomarê xwe wergirt di vê mijarê de. Ji bo kirêgiran 2 hezar lîre bû, ji bo ew bibe 3 hezar lîreyî...”
Ji Soylûyî re pirsîne ku dibêjin piştî erdhejan wê demografiya Hatayê biguhere û wî jî gotiye tiştekî wiha ne mimkun e.
Soylûyî ji bo mutehîtên gûmanbar gotiye, “Heta niha 564 gûmanbar diyar bûne û 160 ji wan hatine girtin. 175 ji wan bi şertê kontrol edlî serbest bûne, 18 ji wan hîna desteserkirî ne.” (AÖ/FD)