Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Serokê AFADê Yûnûs Sezerî aşkere kiriye heta niha ji ber erdhejên 6ê Sibatê û piştî wê pêk hatine, 50 hezar û 96 kes mirine. Sezerî destnîşan kiriye ku 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûne.
Di lêpirsînê de 298 kes hatine girtin
Wezareta Dadê derbarê wê lêpirsînê de daxuyaniyek weşandiye ku ji bo kesên ku berpirsiyariya wan de çêkirina avahiyên wêranbûyî de heye, dabû destpêkirin.
Heta niha lêpirsina hezar u 325 kesan hatiye kirin. 298 kes hatine girtin û 449 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Ji yên hatine girtin 104 jê mitehît, 161 jê birpirsên avahiyan, 15 jê xwediyên avahiyan e, 18 jê jî di avahiyan de guhertin çêkirine.
Li 305 gûmanbaran diğerin
Ji bo 305 gûmanbaran biryara zeftkirinê hatiye dayîn û ji bo 91 kesan jî biryara desteserkirinê heye.
Du kes hîna desteserkirî ne.
Li gorî zanyariyan 4 gûmanbar li derveyî Tirkiyeyê ne.
Di encama lêkolînên dozgeran de, 58 gûmanbar mirine.
118 kes piştî îfadeyên xwe dane, serbest bûne. (AS/ME/FD)